Mensûr Arwend, girtiyê siyasiyê Kurdê mehkûm kirî bi sêdaredanê, bi oda teke kesî hate raguhastinê + Hevpeyvîn

00:13 - 4 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bi dû hukmê sêdaredan bi Mensûr Arwend, girtiyê siyasiyê Kurd ji dadgeha bilinda welatê Îranê hate erênî kirinê, navbirî raguhastiyê oda teke kesiya girtîgeha Ormiyê bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Mensûr Arwend, girtiyê siyasiyê Kurdê mehkûm bûyî bi sêdarê ku li rojên borî de bo cara 3ê hukmê sêdarê jêre erênî kirine, metirsiya bi sêdaredana vî heye.

Ismaîl Arwend, biyayê vî girtiyê siyasî, xêncî erênî kirina vê nûçê, bi ajansa Kurdpa ragihand: sibêzûya roja Şemî, malbata me ji aliyê dadgeha bilinda welatê Îranê hatine agadar kirin ku hukmê bi sêdaredana Mensûr ser hindêye ku bê cîbicî kirinê.

\"16536.jpg\"
Mensûr Arwend, girtiyê siyasiyê Kurdê mehkûm bûyî bi sêdarê ku li rojên borî de bo cara 3ê hukmê sêdarê jêre erênî kirine, metirsiya bi sêdaredana vî heye.
Navbirî basa hindê jî kir ku “ advokat-parêzerê Mensûr Tesxîriye û li midê borî de jimara mobile xwe û telefona mala xwe jî guhiriye, lema heya niha çi zaninik ji sernivîsa biraye xwe me çinine.

Navbirî got jî: ev riftara advokat-parêzer em nigeran kirine ber hindê ji gişt senter û rêxiravên mafê mirov dixawzin ku rêgirî ji vê biryara dezgeha dadeweriya Îranê bikin”.

Mensûr Arwend ji xelkê şarê Mihabad, li heyva Xermanana 1391 de ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Mihabadê, hukmê bi sêdaredanê jêre birîn û li rojên borî de ev hukma li dadgeha bilinda welatê Îranê hat erênî kirin û niha metirsiya bi sêdaredanê heye.

Dedgeha şarê Mihabad, tawana Mensûr Arwend, moharibe bi rêka alikarî kirin tev yekik ji partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê ragihand, lê Ismaîl Arwend, birayê vî girtiyî, li doma hevpeyvîna xwe tev ajansa Kurdpa, ew tometa bi sexte û bê bin hesiband û ragihand ku “ birayê min bi tinê bi hegera Kurd bûn, hukmê sêdarê jêre birîne”.

Her wisa 3 birayê vî girtiyê siyasî bi navên” Ismaîl, Soran û Sîrwan Arwend” nivîsik bo Ehmed Şehîd şandine û têde daxwaza ragirtin û pûç kirina hukmê sêdaredana birayê xwe” Mensûr Arwend” kirine.