Mamosta Ebdusselam Gulnewaz: ez pêşde Kurdim paşan Bisilmanim

21:33 - 3 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: Ebdusselam Gulnewaz, mamostê olî yê xelkê şarê Serdeşt, li hevpeyvînik taybet bi ajana Kurdpa, tometên dadgeha Tewrêzê neras anîn hisêb.

Roja Duşema heftiya borî, pêşnivêjê Miizgevta” Hz. Omer”ê şarê Serdeştê ji aliyê dadgeha taybeta Rohaniyyeta şarê Twerêzê hukmê 6 sal hews û ber nekirina kincên olî jêre birîn.

Ev Mamoste ew tometên dadgeha tewrêzê ret kir û ragihand : ez endamê Mekteb Quranim, lê dij bi rêjîm û çê kirina alozî û dijatî xistin nawbera sunnî û şîe û propaganda bo parta dimokrat, min çi hewlik nedaye.

\"15066.jpg\"
Ebdusselam Gulnewaz, mamostê olî yê xelkê şarê Serdeşt
Ev mamostê Olî ragihand jî, “ endametiya min li Mekteb Quran de bi tinê li çarçova mezhebê sunnî bûye û têkilî kar û barên polîtîk nebûme, ber hindê tometa dadgehê seba propaganda bi dij rêjîm, ji rastî dûre”.

Ev mamostê Mizgevta” Şêwe Birahîm”a şarê Serdeşt li bersiva pirsiyarik de ku bersiva we li dadgehê ber piştgirî ji (Şehîd) Qazî Mihemed çi bûye, ragihand: “li pêşde ez Kurdim paşî ez Bisilmanim û bi tinê Pêşewa Qazî Mihemed bi kesayetiya mezinê kurd û peyrewê mezhebê sunnî selimandiye û ji awirê min em hemû qerdarê Pêşewa Qazî Mihemedin”.

Mamoste Selam Gulnewaz dibêje jî: dadewerên dadgeha Rohaniyyet bi giştî ji melayên şîe hatiye pê, ber hindê dema bergirî ji xwe ew dadgeha bi neyasayî anî hisêb, ber hindê ku teke mamosteyik sunnî li nawadadeweran de çinebû.

Navbirî ev xiste rû “ bi hegera yasaya taybet bi dadgeha Rohaniyyet, ji mafê advokatê parêzer bêpar bûm, ber hindê ku gere advokatê parêzer melayê olî ba û çi ji advokatên parêzer melayê olî ninin”.

Ev mamostê olî li midê 20 salên borî de tim ji aliyê senterên asayiş û milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê di bin bandor û guwişa de bûye û heya niha bi dehan car ji aliyê hêzên ewlehiyê hatiye bang kirin û ketiye bin jêpirsînan.