Kurdên Bakûr,Em Ricayê Dikin

20:52 - 30 Adar 2013
Unknown Author
Mecîd Cinîkanlû

Piştî bilav bûna nûçe û agehiyên derheq çavpêkevtinên di navbera Dewleta Turk û Îmraliyê de,hêviyek mezin û dilxweş kevte dilê hemû wan Însanên azadîxwaz û bi taybet Netewa Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê.
Di vê pêvajoya dîrokî de ku Kurd wek netewek bindest bi salan bû çavnihêrê derfetek wisa dikirn ku dewletên dagîrkerê Xaka Kurdan rojekê bihên ser vê baveriyê û bizanin ku çareseriya pirsa Kurdan di welatên wan de ne tifing û darvekirin, belkî li ser mavsa danistan û diyalogê dibe bihê çareser kirin û ev derfet her tim ji aliyê Partiyên Kurdî ku jibo bi dest anina mafên xwe yên însanî xebat dikirin bo dewletên dagîrker û Kurd hemêşe amadeyî diyalogê bûn û hene. Eger çi ev hest û ramanên rêber û bijarteyên Kurdan gelek caran bûne sebebê şehîd kirina rêberên Kurd,lê dîsan Kurd bi têgihîştina xwe a siyasî û dîtina cîhana îro û xebata xwe a azadîxwazane,diyalog her tim li pêş şerê çekdarî danine û ev baverî li cem hemû kesekê çêkirin ku Kurd netewek azadîxwazin û tenê jibo mafên xwe yên rewa xebat û têkuşînê dikin.

Li bakurê Kurdsianê û li cihekê ku piraniya Kurdan li xaka Turkiyê de bi destê darê zorê cihgirtine û pitir ji 100 salane Kurd jibo mafên wek hevî û biratiyê xebat dikin,gelek qurbanî û nirxên mezin Kurdan goriyê azadiya Kurdistanê kirin û di vê rêyê de gelek ji rêberên Kurd wek:Şêx Ubêydulla Nehrî,Seyd Riza Dersim,Şêx Seîd Pîran,Îhsan Nûrîpaşa û...hdw xwe goriyê gelê xwe kirin ku armanca wan hemûyan bi dest anina mafên Netewî yên Kurdan bûn.

Rejîma Kemal Ataturk di tepeser kirina Kurdan de ji çi cinayet û hovitiyekê xwe neparast û li dijî Kurd û bizava rizgarî xwaz a Kurdan komkujiyên mezin afirandin û Dersim û geliyê zîlan jibo Kurdan li dîrokê de nivîsandin.
Pitir ji 80 salane dewleta Turk bi hemû awayekê înkara Nasname û hebûna Kurdan li Turkiyê dikirin û Kurd carna bi Turkên resen,carna bi Turkên Kêvî û carna bi mêvanê xwe dizanîn.

Lê xebar û cangorîtiya Kurdan û peyva’Serhildan Jiyane’Kurd ji hemû wan mitirsiyên linavçûn û îmha kirinê parsatin û Kurdan li Bakûra Kurdistanê bi cehd û xebatên xwe û bi fîda kirina bi hezaran Şehîdan pêşiya nejadperest û tunhajoyên Turk girtin û xwe wek netewek cûda li Turkan dan îsbat kirin.ev xebat û cangorîtiya Kurdan berhmê xwîna bi hezaran kurên Kurd li çar perçeyê Kurdistanê ye û Kurdan ev yek bi asnî bi dest nexistine.
Di vê pêvajoya xebatê de gelek partî û kesayetiyên Kurd û însanên azadîxwaz yên Turk bandur hebûne,lê kes nikare şerê hebûn û xebata partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)înkar bike û di heman demê de ev pêşveçûnên Bakur seva siyasetên PKK,ê gelek zirarên mezin li perçeyên din ê Kurdistanê,nemaze Kurdistana Îranê û Îraq û Suriyê dan.

Lê disan partiyên siyasî yên perçeyên din seva berjevendiyên Netewî yên Kurdan çavên xwe li hember hemû wan zîrarên ku li perçeyên din dan girêdan û bi hestek birayane her tim piştgîrî dane xebat Kurdan li bakûra Kurdistanê û rizgariya Kurdistana Bakûr wek rizgariya parek ji xaka xwe dane zanîn.

Di rewş ûçaxê ku îro rojê em Kurd têde dijîn û rojane bas ji pêvajoya çareseriyê a dinavbera rêberê PKK birêz Ebdulla Ocela û dewleta Turk de dibihîsin,mirovên siyasî gelek caran ji pêvajoyê ditirse û hizir dike ku lîstikek din wek Lozanê li hemberî Kurdan tê lîstin ! lê vê carê ne dewletên Ewropî,belkî Kurd xwe vê lîstika pir metirsî dimeşînin û dur niye hemû vê xebata pîroz ku bi dirêjahiya 100 salan hatiye çêkirin hilvişînin û carek din li dîrokê de lozanek din binavê Îmraliyê û rêberê partiyek Kurdan a binavê PKK’ê çêkin!!!

Gelek caran rêberên gelên azadixwaz û serbest gotine û dibêjin ku ‘hemû xebat û berxwedan û cangoriya kesên ku di pêvajoya xebatê de canê xwe ji dest didin,jibo gel û netewa meye’. Lê mixabin eva ku îro û heya niha em li bakûra Kurdistanê dibînin,dijberî tevî vê gotinê heye û Kurd bi çavekî goman mêzeyî wan danustanên di navbera Dewlet û Ocelan re dikin.

Ewa ku di mesaja birêz Ocelan de me li mîtînga Newrozê a Bajarê Amedê dît,tenê bas ji hind tiştan bû ku bi dirêjahiya dîrokê em bi wan hatine xapandin û mixabin tenê tiştek ku di peyama Ocelan de amaje pê nehatibû kirin,çarenivîs û encama wan hemû xebat û bizavên Kurdan bûn ku jibo azadiya Kurdistanê hatine meşandin û îro rojê Azadiya Ocelan ji wan hemûyan bi girîngtir tê zanîn!!!

Lê gelo eger azadiya Ocelan li çarenivîsa neteweyekê girîngtire çima dibe Ocelan bi Serok û rêberê bizavekê bizanin ku encama vê ne azadî bo gel,belkû ji bîr kirina hemû daxwaz û xwastikên netewa kurde ku bi salane jibo azadiyê xebatê dike.

Ya rast ku îro rojê ji aliyê piraniya Kurdan tê mêze kirin ewaye ku PKK, û Ocelan dest bi pêvajoyekê kirin ku çi encamek bo Kurdan tê de nahê mêze kirin û Kurd carek din bi destê xwe dibin qurbaniyê kesekê !!
Lê li dîrokê de her tim rêber û serkirde dibin bo goriyê netewe û xaka xwe.

Li wir de tenê tiştek ku Kurd heya îro pitir bi vê dilgermin hebûna hin Partiyên eqil gera û netewe xwaz wek Hakpar û PSK û PDK û...hdw li bakura Kurdistanê ne ku mirov û bi taybetî têkuşerên Kurd bi encamek cihê daxwazê hêvîdar dikin. Partiyên bi ezmun û xwedî dîrokî û şanazî wek PSK ku her tim li gorî berjevendî û xwestikên gelê xwe kar kirine cihê dilxweşî û şanaziya hemû Kurdana û bi hebûna kesên wek birêz Kemal Burkay di qada siyaseta Turkiyê de,Kurdan hêvîdar dikin ku ev pêvajo ji aliyê wan dê bo encamek dilxwaz û ne zerera Kurdan xelas bibe.

Bê şik û goman pêvajoya han dikare ji aliyê Kurdên Bakur bi derfetek gelek baş jibo çareseriya Pirsa Kurdan li Turkiyê û herêmê de bihê bikar anîn,lê yek rêzî û xebata Kurdan zaminê vê Serkevtinê ye.