Kurd û Dagîrker-Dr. Sozdar Mîdî

22:18 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2015
Unknown Author
Dr. Sozdar Mîdî

Heger Kurd dûvik û terî be..Erê! 
Heger Kurd serwer be.. Na!


Eve durişma dagîrkerên Kurdistanê û eve helwest û daxwaza wan.

Ev ne tiştekî ecêb û bi fêşe. Ew bi mêtina şîrê dayîkên xwe ra fêhrbûne, di dibistan û zanîngehên xwe da hînbûne ku ew \"gelê Xweda yê bijarte ne\" û Kurd jî gelekî bê niştîmane, ew hin kesên revendin û awarebûyî bûne. Bi temamî ev tişt, mamostayekî zanîngehê ku evîndarê Seddam Huseyn bû, sala 2003-an ji min ra got: \"Em bawer dikin ku Kurd wek Qereçiyane (Qurbet)! Belê, eve baweriya rewşenbîrekî wan.

Selaheddînê Eyyûbî - yê Kurd: Sultan bû, xizmeta Dewleta Ebbasî kir, wî bi dilsozî şerê Firengan kir û bi xwe ra êlên Kurdan - Kurdên êzîdî jî di nav da - kişandin qadên şerê li dijî Firengan. Qezenc û berhema ku me ji vê yekê rakir ew bû ku hejmareka mezin ji Kurdan, ji walatê wan Kurdistan, hate derxistin, li welatên Rojhilata Navîn belav belav bûn û di civatên biyanî da hatin pişaftin û nixumandin; û qezenca me ew bû ku dewletên mezin di sedsala bîstan da biryar girtin ku dewleteka kurdî neyê avakirin.

Kerîm Xanê Zend - yê Kurd: Desthilatdarê Îranê bû, bi dilsozî xizmeta Dewleta Farisî kir, tevlihevî ji holê rakir, hêminî (ewlehî), aştî û geşbûn pêkanî. Tevî ku ew desthilatdarê rastîn bû, dîsa jî navê cihgir (wekîl) li xwe kir û nexwast ku xwe bike Şahînşah. Û va ye em berhemê hiltînin. Melayên Farisan, bê şerm û bê perwa rojane xort û keçên me bi darvedikin, tolazên wan nêçîra keçên me dikin, keçên ku dixwazin pariyê nanê rojane bi dest bixin.

Ismet Inönü - yê Kurd: Serokwezîr û di pey ra serokê Turkiyê, bi dilsozî xizmeta Dewleta Turkiyê kir, ew destê rastê yê Ataturk bû ji bo şerê li dijî Yûnan, li dijî Ingilîz û Firansiyan û şerê perçiqandina şoreşên Kurdan; bi taybetî jî şoreşa sala 1925-an bi rêveberiya Şêx Seîdê Pîran. Piraniya hukmên bidarvekirinê (îdamê) di dema wî da derketine û pêkhatine. Û va ye em berhemê radikin. Rajeya Kurdên bakurê Kurdistanê ku hatine pişaftin û bûne Turk gelek bilinde (bêhtirî 1/4). Bi hezaran gundên Kurdan hatin sotandin (şewitandin), Kurd hatin awarekirin; bi sedhezaran Kurd hatin kuştin. Ev hemû ji bo durişma \"Tek Weten, Tek luẍet, Tek beyraq\".

Nûrî Seîd - yê Kurd: Serokwezîrê Îraqê di dema qiraltiyê da, bi dilsozî xizmeta Dewleta Îraqê kir û bi serhişkî li dijî daxwazên Kurdan ji bo serxwebûn û otonomiyê rawestiya. Û va ye em berhemê distînin: Sêyek (1/3) ji welatê Kurdan li başûrê Kurdistanê da ser herêmên erebkirî; û di pey ra êrişên Enfalê, bombekirina bajarê Helebce bi çekên kîmyawî û rakişandina Kurdan bi kemyonan bo başûrê Îraqê û xistina wan bi zindî bin qûma biyabanê.

Ibrahîm Henano - yê Kurd: Serhildêrek bû li rojavayê Kurdistanê, bi dilsozî xizmeta şoreşa sûrî li dijî Firansa kir, milk û hebûna xwe ji bo şoreşê firoşt. Di pey ra, ji qehran mir, ji ber ku hin mezinên sermayedarên Helebê li dijî wî doz vekirin, ji ber pereyên ku wî ji bo xizmeta şoreşê deynkiribûn û nikarîbû bide. û va ye em berhemê distînin: Erebkirina gund û bajarokên Kurdan, xizankirina Kurdan û awarekirina wan, pêkanîna kolongehên erebî di erdên Kurdan da, zîndankirina Kurdan, îşkencekirina wan û kuştina Kurdan bi hezaran.

Belê, dagîrkerên nijadperest wisa fêhrbûne, hînbûne ku Kurd tenha ji bo xizmetkirina wan hene û li ser bingeha vê çandê hatine perwerdekirin. Wisa hînbûne ku Kurd herdem ser bi wan be, ji wan ra dûv û terî be, xizmeta saziyên wan bike, ferman û daxwazên wan bi cih bîne, di kargehên wan, di hotêl û qehwexaneyên wan û aşxaneyên wan da bixebite, sol û kewşên wan paqij bike û ji bo dozên wan şerbike.

Lê heger Kurd bi navê Kurdistanê gazî bike, navên kurdî li xwe û zarokên xwe bike, bi kurdî biaxive û binivîsîne, nexşeya Kurdistana gewre durist bike, mafên xwe yên neteweyî di welatê xwe yî dîrokî da bixwaze, di welatê xwe da serwer be, xwediyê xêr û bêrên welatê xwe be, ala Kurdistanê hilde, sirûda xwe ya niştîmanî \"Ey Reqîb\" bistirê, dostên wî li cîhanê hebin, rahêje çek û posat û di ber hebûna xwe û welatê xwe da bervaniyê bike...van tiştan, nijadperest bi ti awayî napejirînin.

Durişma wan li gor toreya wan: Kurd dûvik û terî be..Erê! Kurd serwer be.. Na!
Eve rastî!

Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan seranser rizgar bibe!

Werger ji Erebî: Mustefa Reşî

Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne