ÎBRAHÎM MALGIR: Kurd û Kurdîtî

20:49 - 19 Îlon 2012
Unknown Author
Kurdîtî dive menfetê bide her Kurdî, da qene Kurd jî xwe li dora wê yekê kom bikin, yanî Kurdîtî dive îş û aş bide Kurdan û serfirazî serbilindîyê bide her Kurdî

Ji bo, kurd ji Kurdîtîyê hez bikin, dive Kurdîtî jî, ji Kurda hez bike! Yanî, Kurdên Kurdîtîyê ve mijûl dibin, ji zimanê xwe, ji kultira xwe û ji dîn û dîyaneta millet hez bikin, lê eve em dibînîn, sîyaseta ji teref sîyasetmedar ên îro ve tête meşandin dide xwuya kirin ko, kurd û kurdîtî çi rewşêde ye! rewşa Kurd îro têde ne, rewşeke ne dîyar e?

Kurdîtî dive menfetê bide her Kurdî, da qene Kurd jî xwe li dora wê yekê kom bikin, yanî Kurdîtî dive îş û aş bide Kurdan û serfirazî serbilindîyê bide her Kurdî. Heger keç û jinên wan jibo tiştên tune têne kuştin û liser wê yekê bêdengîyek hebê, keç û jinên wan wê ji ziman û kultira xwe hez nekin û ji sîyaseta wî welatî hez nekin. Heger sîyaseta wî welatî wî milletî elektrîkê nedê wî milletî, wê ew ji wê sîyasetê hez nekin, heger sîyaseta wî welatî, ne jibo xweşkirin û şad kirina wî welatî be, wê ew millet jî ji wê sîyasetê hez neke!

Kurd û Kurdîtî ne belaş e, bila kes hêvîya qehremanîya belaş ji Kurda neke! Nabe hinek bixun û hindek lê binêrin! Lazime millet tev de ji pasta heyî îstîfade bike! dewleta Tirkî jî, heq tune ye jibo hel kirina ’mesela Kurdî’ şaş hereket bike! adresên xelet gerandin wê dewleta Tirk bighîne margînalîtek weha ko, ew bedelê wê yekê jî bide!

Kurd gelek in û sîyaseta Kurdan û sîyaseta dewleta Tirkî, lazime herkesî himbêz bike, da qene kesek ti şaşîyê neke! jibo hel kirina ’pirsa Kurdî’ ecele ne başe, lê dereng mayîn jî ne başe. Îro her Kurd çave rêya hel kirina vê pirsa hanê dike û ev millet dixwaze bi çareser kirina wê bighe refah û huzûr ê. Yanî ev yek tê wê maneyê ko, yekî bedel di ber tiştekîde da, divê bedela wê bedelê jî bistîne. Heger ne wisa jî be, hel kirina meselê ne di cî de ye.

Di rewşek weha de şaşî kirin pirr hêsanî ye, jiber ko, li hev guhdarî kirin, ne hêsanî ye û hemûkes xwe şehrezayê meselê dibîne. Halbûkî şehrezatîya herî mezin ewe ko, mirov lihev guhdarî bikin û çareserîyek şexsî û gelemperî peyda bikin. Da qene hemû kes mesut bibe.

Bi edalet hereket kirin, wê xeletîya kêmtir bike, lê ne adil hereket kirin, wê xelet kirinê zêdetir bike!.

Jêder: gotar