Girupa Mosîqaya “Rûnak”konserek taybetî birêve dibe

15:35 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Konsêrek taybetî pêkhatî ji stran û mosîqaya hemû gel û netewên Îranê, ji aliyê girûpa mosîqaya “Rûnak”ê li bajarê Tehranê birêve diçe.

Li gor nûçeya para pêywendiyên navneteweyî yên rêkxistina “Rûdekî”, girupa mosîqa ya “Rûnak”şeva çarşemiyê berwar 24’ê Tîrmeh, bi serperestiya “Kêywan Elî Mihemedî”konsêrtek taybetî ji stran û awazên Netewên Îranî birêve diben.

Di para yekem a vê Konserê de mosîqaya stranên wek: Bî Hêngam ya Farisî, Behra ya Belûçî,Şîrîn ya Şîrazî,Şev Çira ya Kurdî,Şîrîn ya Azerî li gel def lêdanê dê bihê pêşkeşkirin.

her wisa di para duyan de çend perçe mosîqa bi amêrên wek : Tar, Meycûne Yar ya bakûra Îranê,Mêyxane ya başûra Îranê,Barûn Barûn ya Lurî, Derya ya başûra Îranê û Keta Keta ya Kurdî dêbihên pêşkeş kirin.

Di vê konserê de Elî Mihemedî Sitranbêj û mamostayê defê, Yeqûb Newrozî mamostayê sentûrê û Ehemd Naîbî stranbêjê Azerî,Bêhrûz Elmasî stranbêjê Lur, Siyamek Sadiqî stranbêjê Gîlekî,Nêda Rizayiyan jenyarê diholê,Hêngame Turabiyan jenyraê Ûdê,Haniye Mihemedî jenyarê Tarê, Mehmûd Mekî jenyarê harmonê û stranbêjê belûç wek hunermend pişikdar dibin.

Kêywan Elî Mihemedî serperestyarê girupê li sala 1974’an li bajarê Sinê ji dayîk bûye û ji aliyê babê xwe hînî lêdana defê bûye û di temenê 10 saliyê de pileya yekem ya def lêdanê li Îranê de bidest xistiye.

Navbirî heta niha li 8 fistîvalên navdewletî de pişikdarî kiriye û ji bilî wan serkevtinan li welatên “Yunan, Danimark, Bilarûs, Îtaliya û Firansa, pileya yekem bidest xistiye.
\"14095.jpg\"

\"14097.jpg\"

\"14098.jpg\"

\"14102.jpg\"

\"14100.jpg\"

\"14099.jpg\"