Gav bi gav Kurdistan!

21:25 - 14 Tebax 2012
Unknown Author
Gulgîn G. Bozarslan

Em kurd
Gerek xebat bikin
Bê rawestan
Ji bo rûmeta me ya netewî
Neçe ji destan.

Mizgîn li we hey şehidên Kuridstan!
Hezar silav li we û li rêça we ya pîroz be, hey nemir, serok û serdarên Kurdistan. Ji van çend salên çûyîn û heta niha, li Rojhilata Navîn gellek guhartin û bûyerên girîng çêbûn û gellek pêngavên dîrokî hatin avêtin.
Bi têkoşîna gelan, nexşeyên welatan tên guhartin! Dîsa bi tekoşîn û bi berxwedan, li welatên diktatoran gelan dîktaorên welatên xwe hilweşandin! Li Kurdistana Başûr jî Sîstema Federala İraqê, hêdî û hêdi, di nav gengeşiyêk de be jî, berbi pêş diçe. Başûrê Kurdistanê jî, buye xwedîyê Qanûna Esasî ya xweser û bi hêvî û daxwazên gelê Kurd, eva pêvajoya wê berbiçûna Devleta Kurdistan û Serxwebûna Kurdistan ve biçe.

Li Rojhilata-navîn bêgûman mifte/Kilîtê Demokrasî, Asitî û Azadiyê hêdî ketiye destên me Kurdan!
Pirsa Kurd û Kurdistanê di qada navneteweyî de, cîhekî taybet û girîng girtîye. Loma jî divê em hemû Kurd, Berjewendiyê kurd û Kurdistan bi ser hemu tiştî de û hemu kesî de bigrin!

Em bi hesasîyetyêkê Kurdewarî, ew nakokî û dilreşîyên xwe yên kesayetî, fikrî, siyasî û hizbî/partîtî bidine hêlêkî, em tenê û tenê jibo berjewendiyên Kurdistanêke Azad û Serbixwe! Em hêzên xwe bikin yek û em bi yek deng û yek reng bi hevre xebat pêk bînin. Ango, pêwîste ku, em bi avahîyek berfireh hemu refên xwe û hêzên xwe bikine yek. Îro em li Başûrê Kurdistanê bûne xwedî desthilat û xwedî Sistema Federe.
Lê gava ev xebat û pistgiriya hemu kurd berdewam be; emê dê berbipêşte herin û wê gavê dê dawxaza Gelê Kurd pêk were, emê jî bibin dewlet. Bi vê desthilatdarîyê û bi damezirandina Dewleta Kurdistanê ya Federe, pêvajoya Pirsa Neteweyî ya Milletê Kurd, hêdî gîhastîye qonaxeke nuh û girîng. Jiber vê yekê jî, çav û gohên dinê, li ser Rojhilatanavîne û li ser Kurd û Kuridstan e.
Bi tekoşin û bi berxwedana Gelê kurdên Rojavayê Kurdistan jî, naha eva pirsa, pêvajoya Kurd û Kurdistan ketiye Qonaxêka herî nû, herî cûda û herî girîng.

Bi hêvî û armanca, bingeha Kurdistana Gewre were havêtin. Em her perçên Kurdistanî,
bêgûman pir helwestin, pir rengin, lê em ji bîra nekin û baş bifikirn, ku dagirkerên welatê me,

Îran, Îraq, Tirkîy û Surîy, gora ku ew çar dewletên cûda ne jî, Ew li hemberê Gelê Kurd, tim bi hevre, bi bîr û bawer ew yek deng bûne. Ji vê sedemê jî, bêguman heta naha hemû tişt bi gor berjewendî, daxwaz û xîyalên me kurdan pêk nehatîye.

Ewrên reş û tarî hêj jî, li ser welatê me Kurdistan digerin. Dagirkerên welatê me, Tirkîye, Îraq, Îran û Sûrîy; wan hê jî, dest, ji wan kevneşopî û siyasetên xwe yên kevnare û nijadperestîyê bernedane.
Hê jî deşt û nihal/newal, çîya û banîyên Kurdistanê di, bin agirbarana dijminên gelê me daye.

Gelê Kurd!
Hêjî bi balefirên dijmin yên şer, ew têne kuştin!
Kujer nahên girtin û nahên dadgehkirin!
Lê ewan dimijan; naha ji her demê zêdetirîn,
Ew ketine nav tirs, xof, û tengasîyê.

Gava em kurd hêz û daxwazên xwe bikin yek. Dê têkçûn/rûxandina wan jî, roj bi roj nêzîktir û zûtirîn bibe, Kurdên Rojavayên Kurdistan jî, bi tekoşna xwe, wan naha Azadiya xwe bi dest xistine.
Delfetên ku îro Gelê kurd, li Rojavayê Kurdistan, bi dest xistine, Eva tekoşîna, dijmin bêhtirîn dane tirsîn û xistine tengasiyê. Li Rojava wan delfên bi destxistî, gerek pir û pir baş werin parastin.
Em hemu kurd, gerek ji Kurdistana Rojava re bibin alîkar û bibin piştevan. Lê ne pêşevan!

Jibo kû wan bi xwe, bi tekosîna xwem wan delfet û Mafên xwe yên Netewî bidest xistine.
Girîng e ku, ew bi Kurdistana Başur re, bi yek deng û bi yek helwest bin û di bin Alaya Kurdistan de tevbigerin û cî bigrin. Ez dubare dikim; û dibêjim divê em kurd bi hesasîyetêk Kurdperwerî,
Wan nakokî û dilreşîyên xwe yên kesayetî, fikrî û partîtî, em bidine alîyekî/hêlêkî û tenê û tenê,

jibo Kurdistaneke Azad û Serbixwe!
Em refên xwe û hêzên xwe, bi hev re bikine yek.
Eva Şoreşa Li wan û li me hemu Kurdan pîroz be!

Jêdr: Agendakurd