Eziyeta fîzîkî a qutabiyekî Sineyî bû manşêta rojnameyan

15:50 - 24 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Xwendevanekî yek ji dibistanên seretayî ê Sine a Rojhelatê Kurdistanê, bi sedema li xwe nekirina kincên sîporê, ji aliyê mamostayê wî we kete ber derb û lêdanan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, mamostayekî li dibistaneke seretayî a bajarê Sine, heya sînorê mirinê zarokekî xwendevan ê sinifa 6 a wê dibistanê xiste ber lêdanan û parsûyên wî şikandin.

Ew kiryara han li yek ji dibistanên Sine de pêkhatiye û bi awayekî berbiçav li medyayan de deng vedaye.

Bavê wî xwendevanê 12 salî bi sedemên ewlekarî, nexwestiye navê mamosta û dibistanê bînê lê nûçegihaniya “Fars” ragihandiye ku ew wê kiryarê bê bersiv nahêlin û yê nûçeya li ser vê pirsê eşkere bikin.

derbên fîzîkî û lêdan a wî zarokî û her wiha zarokên xwendevanên din li bajarên cur bi cur ên Îranê, di demkê de ye ku di yasaya bingehîn a wî welatî de, eziyeta fîzîkî a xwendevan û hînberan qedexeye û kesên wan kiryaran dikin li hember yasayê de berpisin.

Di çend salên borî de, YNSF eziyet kirina fîzîkî a xwendevanan li dibistanên Îranê piştrast kiribû.