Ez Şanaziyê bi Îran û Iranî bûna xwe nakim

15:53 - 10 Şibat 2013
Unknown Author
Silêman Keleşî

Ez çi gawan şanaziyê bi welatekî we nakin ku hertim hukimdarê wê, welatê min dagîr kirbin û xwestibin gelê min bihelînin û jinav bibin.
Ez çigawan şanazıê bi welatekî nakim ku hebûn min û keltur û ziman ...qebul neke.

Ez çigawan şanaziyê bi welatekî nakim ku, hertim wek ravçiyekî Serok û rêberên min bi awayekî howane rav û şehîd bike.
Ez çigawan şanaziyê bi welatekînakim ku, hertim zîndanên wê tijî bin li welatparêz û azdixazên gelê min.

Ez çigawan şanaziye bi welatekî nakim ku, gelê min biperçqîne û wek hevwelatiyê derece 2-3 ê çav lêbike.

Ez çigawan şanaziyê bi welatekî nakim ku, her rojê çend gencê welatê min bêsedem wira û wêder û her yek bi awayekî tête kuştın û yan jî idam kirin.

Ez çigawan şanaziye bi welatekî nakim ku, gelê min dinav da azad û serbest nebe û şanazıyê bi hebûna xwe nake.
Ez çigawan şanaziye bi welatekî nakin ku, mirov wek mirov qebûl neke û her wisa jî rêzê ji maf û kirameta wî negre ji her dîn û ol, her reng û nijadekê be.

Komara îslamiya Îranê, îro 22 ê rêbendana 1391 an, 34 saliya temenê xwe cejin digre û bi 34 sal hikumetdariya xwe şanaziyê dike. Ew wisa difikirin ku, ewan Îran û xelkê Îranê ji bin zilm û zordariya hikumeta padşahî û dîktatoriya Pehlewî rizgar kirine. Êdî Netewên Îranê dikarin hem wê dinyayê dinava azadî û xweşbextî da bijîn, hem jî li axret û dinyaya ebedî da jî li biheşta berîn û basefa û hênik da digel deyan hurîyê jiyaneke xwesh derbasbikin.

Lê ew nizanin ku, ewan xelkê Îranê li çalekê bo çaleke dine kur û tengtir awêtiye. Ew nizanin ku, ewan azadiyên şexsî û takekesî hebûn, wek kinc li xwe kirinê, reqs û gowend, muzik û dengbêjiyê û...hdw .
Karbidest û rêveberên komara îslamiya Îranê şanazıyê bi 34 sal temenê xwe dike ku gelek pêşkevtin û tiştên nu bo gelên Îranê anîne ku xelk heta heta şanaziyê pêwe bike. Ewa destkevtên wan jî ewanene: piştî 2500 sal şaristaniyeta Îrana kevnar çêkirina maşîna dest jêwekirinê yan qetkirinê, piştî 2500 sal temedunê,li çerxa bîstûyekê de kevirbaran (sengsar)kirina jina, piştî 2500 salî şaristanyetê çavnihêrê hatina hizretê Mehdî bo azadî û avadaniyê, piştî 2500 sal şaristanyetê û pêşketınê, taze zanîn internet û parabol... Bo civakê baş nine. Belê ewanene mîratgirê 2500 sal kultur û temeduna Îrana kevnarin. Bila ew her wan rojên xwe ên tarî û reş cejin bigirin, roja azadiya Kurdıstanê nêzîk bûye.

Bila bijî Kurd û Kurdistan. Werin êdî bese, em Kurd jî yeketiya xwe çêkin. Bê yeketiya me, serkeftin zehmete.
Şanazî û serbillindî bo Kurd û Kurdistan ê.