Em ji bilî ji xudê re çoka nadeynin erdê

12:46 - 2 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Mesûd Barzanî :Em soz didin deverên di nava 104\'ê de ku hemû mafên wan bêne bidestxistin.

Mesûd Barzanî :Nûrî El Malikî yê bûyî sedema alozî û qeyrana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Bexdayê de diyarkir ku lihember derketina dîktatoriyetê hemû rê vekirîne ji hilbijartinê re û got ku \"Malikî siyaseta çok tewandinê dimeşîne û li gor wî dê Herêma Kurdistanê razîbe, lê em ji bilî xudê re çoka nadeynin erdê.\"
Pêka rapora rojnameya Zaman, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê alozî û qeyrana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî a Îraqê de taybet ji rojnameya Zaman re axivî ku dê li roja duşembîyê bê belavkirin. Serokê Herêma Kurdistanê di axivitina xwe de dide diyarkirin ku Kurd şirîkên bingehînin di Îraqê de û dê destûr bimîne desthilat di nêrîna wan de û dibêje ku divê Serokwezîr pêgiriyê bi destûrê bike û derveyî wê dernekeve.

Serok Barzanî her weha teqez li wê yekê dike ku ew haj ji yekîtiya Îraqê hene û dê nebin sedema parçekirina wê. Ji bo mijara xala 140\'ê de ya deverên veqetiyayî jî Serok Barzanî dibêje \"Rêkirina leşker li dijî Herêma Kurdistanê yekser fermana xwe ji nivîsîngeha Malikî ye. Ji wan weye zêdekirina leşker û çekên giran li deverên veqetiyayî dê Kurd neçar bike ji xala 140\'ê gavê paşde biavêje.\" Lê Barzanî soz dide û weha pêdediçe \"Em soz didin deverên di nava 104\'ê de ku hemû mafên wan bêne bidestxistin.\" Ji aliyekî din ve Serok Barzanî diyar dike ku çawa ji xizmetê ji Kurdan dixwaze heman astê ji hemû Îraqiyan re dixwaze.

Û got ku mixabîne ji aliyê Hikûmeta Malikî ve milyarê dolaran diçe bê ku welatiyên Îraqê para xwe jê wergirin. Her weha Serok Barzanî teqez li wê yekê jî kir ku \'Herêma Kurdistanê dê ji bilî hilweşîna Operasyona Dîcle qebûl neke, ji ber ku nedestûriye.\" Serok Barzanî got jî ku ew ne li dijî bihêzbûna artêşa Îraqê ne, lê divê artêş ya Îraqiyan be ne ya kesekî bi tenê.