Di 117 saliya roja rojnamegeriya Kurdî de

15:08 - 22 Nîsan 2015
Unknown Author
Konê Reş

(Gelî Mîr, Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niha ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizanin hûn hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nav wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe ava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zarokên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)

Mîr Miqdat Medhat Bedirxan, Rojnameya Kurdistan/1898, hejmar (2), rûpel (1), Qahîre.

Di dawiya sala 1897`an de, Mîr Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweşiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêşketina Kurdan weşandiye,  hejmara (1)ê di 22`ê nîsana 1898`an de derçûye û hejmara dawî (31), di 14`ê nîsana 1902`an de.

Bi tenê wî her (5) hejmarên pêşîn derxistin e û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî hatine xemiland in, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Bedirxan weşana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne (31). Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara (1-5)an li Qahîra Misrê bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji (6-31)ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad. Cihê weşandina wan ji (6-19)an li Cinêvê çap bûne; ji (23-20)an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara (24)an li Londonê çap bûye; hejmarên (29-25), li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara (19)an, hêj ev hejmar nebedilî ye.(nehatiye dîtin)

Li dor rewş û hatina xwe a Misrê wiha gotiye:

(Berî şeş heywa ez nesax bûm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir bûye bajarek ewqas mezin û xweş, heta mirov nebîne mirov nikare bi wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nav Misriya de, hal û sine`etên wan, kesb û karên wan elimîm..) 

(Gelî alema û mîr û axayên Kurda! Hûn hemi esil û nesila min dizan in, eşîra me Botan in, şîhreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebit im, min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikşîn im, meqseda min qenciya Kurda ye..)

Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmar (1), rûpel (3), Qahîre.

Konê Reş, Qamişlo, 18.04.2015  Jêder: Xendan