Daxistina dosyeya Ferînaz Xusrewanî hat derewandin

21:03 - 18 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Parêzerê dosyeya Ferînaz Xusrewanî, tevî derew derxistina bidawîbûna dosyeya wê keça Mahabadî, nûçeyên wê derbareyê de hatinî belavkirin jî, piştrast nekir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekê de ku wezîrê navxweyî yê Îranê nûçeya bi dawîhatina dosyeya keça Mahabadî a (xwe ji tirsa tecawizê ji otel Tara avêtî), medyayî kiribû, lê parêzerê dosyeyê ew yek red kir.

Parêzerê Kurd ê bi navê Hejar Ebasî di hevpeyvînekî de ligel ajansa Kurdpa ragihand:“Şopandina dosyeya Ferînaz Xusrewanî berdewam e û em lêkolînan li ser wê dosyeyê encam didin.”

Wî parêzerê kurd amaje bi vê yekê jî kir ku malbata Xusrewanî şikayetek derheq Nadir Mulewî ê xwediyê hotel Tara û tawanbarê serekî yê wê dosyeyê (Murteza Haşimîvend) tomar kirine.

\"27013.jpg\"
Hejar Ebasî wekîlê dosyeya Ferînaz Xusrewanî
Ebasî di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir: Tometbarê têkildarî dosyeya Xusrewanî, heya niha jî binçavkirî ye, herwiha barmte (wesîqe) yek giran û pirbeha bo azadkirina wê hatiye raçavkirin.
Wî di dawiya hevpeyvîna xwe de, destnîşan kir ku heya niha encama dosyeya Ferînaz Xusrewanî nezelal e û tu hukmek liser vê pirsê nehatiye dayîn.

Beriya niha bi çend rojan, wezîrê Hundir yê Îranê, dosyeya bûyera Mahabadê daxistî û wek tiştek negirîng wesifandibû. Piraniya medya û rojnameyan heya vê ajansê jî nûçeya daxistina dosyeyê weşandibûn.

Ferînaz Xusrewanî 26 salî û rûniştvana Mahabadê, 4`ê gulana 2015`an, ji tirsa destdirêjiyê xwe qata 4 a otela Tara ya bajarê navborî avêtibû û dawî bi jiyana xwe anîbû.