"Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!"

13:36 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2013
Unknown Author
Evdile Koçer


Ciwanekî kurdîhez di sohbetekê de ji siyasetmedarekî kurd pirsiye, \"Tu Celadet Bedirxan û Hawara wî çawa dibînî?\"

Siyasetmedarê me wiha bersiv daye:

\"Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!\"

Baş e ku hema negotiye, \"Bila were beşdarî partiya me bibe!\"

***

Ey siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên TIRKÎ-HEZ!

Bila haya we jê hebe: Celadet Bedirxan her şev ji tirba xwe derdikeve û li kar û barê we mêze dike!

***

Şoreş û ronesansa civakî, dê çawa çêbe jixwe her kes ji min çêtir dizane!

Lê dê \"çawa çênebe\", ez dizanim!

Bi \"ferman, talîmat, slogan, çepik û saziyên vikîvala\" qet şoreş û ronesansa civakî çênabe; heke çêbûya, niha me li Bakur deh Kurdistan ava kiribûn ezbenî!

***

Meriv dikare ji \"kundir\"an jî hunerê çêke!

Lê meriv nikare ji kundiran re behsa hunerê bike!

***

Dema navê şehîd û nemirên Kurdistanê tenê bibin \"sloganek\", ew hingê bi rastî jî dimirin!

***

Bi qasî ku kurd li ser gotinên \"çepên tirkan\" analîzan dikin, heke nîvê wê li ser \"Gotinên Pêşiyên Kurdan\" analîz bikirana, niha rihê Kurdistanê azad kiribûn!

***

Kesên ku şêwe û vegotineke tevlihev û şêlo dixin nav wêjeya kurdî, ew sedîsed bi tirkî difikirin!

Aferîm ji we re berxên zimanê tirkî!

***

Fikrên we cuda ne! Ev yek ji bo pêşketina demokrasiya Kurdistanê xweş û baş e!

Lê zimanê we yek e: Hûn hemû bi tirkî dinivîsin!

***

Kurd ji tirkan re nabêjin, \"Çima te navê xwe kiriye Tûrkiye?\"

Lê tirk ji kurdan re dibêjin, \"Çima te navê xwe kiriye Kurdistan?\"

Gelo hûn dizanin çima?

Ji ber ku: Serdest li gorî orf û adetên xwe pozê xwe dixin nav her tiştê bindestan! Nexwe dê tu roleke serdestiya wan nemîne.

***

Dema ku kurd \"nav û paşnavên tirkî\" werdigerînin ser zimanê kurdî û di jiyana xwe de bikartînin, ez dibêjim qey hingê \"Roboskî\"yeke nû jî pêk tînin!

***

Kurdên ku \"muxalefet\"ê wekî neyartiyekê dihesibînin, siyaseta Kurdistanê paş ve dibin û zirareke pir mezin didin pêşketina demokrasiya Kurdistanê!

***

Êdî \"MÎT, HERON Û KAMERAYÊN DEWLETA TIRK\" ketine nav çeq û navrana her kurdî!

Civakeke muhafazakar bi vî rengî xweştir dikare bê kontrolkirin!

***

Tişta min fêm kirî ev e:

Ateîzma tirkan..
Misilmantiya tirkan..
Sosyalîstiya tirkan..
Faşîstiya tirkan..
Û gelek nexweşiyên tirkan ji qûna Kemalîzmê derketine!
Ey kurdo!
Xwe ji hemû nexweşiyên Kemalîzmê dûr bixe!

***

Li Amedê bila mûzexaneya asîmîlasyon û xwe-asîmîlasyonê bê avakirin!

***

Hinek kundirên ku bûne belayê serê zimanê kurdî naxwazin vê yekê fêm bikin:

Axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî, ne minet, rûmet û tişteke pîroz e!

Divê kurdî bibe tişteke xwezayî, asayî û normal bo me hemûyan!

***

Û di dawiyê de duaya min ya navdar:

\"Xwedê kesî şaş neke, şaş bike kaş neke, kaş bike faş neke, faş bike lê kesî neke bindestê rihê rewşenbîrên tirk!\"