Bihara Kurdan wê bê jiyandin

13:19 - 10 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Derhênerê Kurd yê Kurdistana Îranê Bahman Qubadî, bû mêvanê rûmet yê Mîhrîcana Fîlman a Selanîkê. Qubadî îfade kir ku, gelê Kurd yê ku li çar parçeya belav bûye, di nezik de wê rûyê aramiyê bibîne.

Derhênerê navdar yê ku bi fîlmên wek, \"Dema Serxweşîya Hespên \", \"Kusel jî Difirin\", Nîva Heyvê\" li cîhanê tê naskirin û xwedan gellek xelatan e . Bahman Qubadî, ku niha li Tirkiyê bi fîlma xwe a nû ku kete vîzyonê a bi navê \"Demsala Kergedena\" qala xwe kirin dide, di hevpeyvîneke xwe a li Selanîkê ku hatiye kirin de, li ser gelê Kurd nirxandin kirin.
Qubadî dibêje, \"Li Îranê, li Iraqê, li Suriyê û li Tirkiyê, gelek Kurd dijîn, ji bo ku xwe bigihînine maf û azadiya xwe, ku çi ji destên wan tên dikin. Hêviya min ev e ku, di nav pergaleke federatîf de azad bijîn.\"

Qubadî li ser pirsekê diyar dike ku, dema ew zarok bû, li dibistanan û di televizyonan de ne bi Kurdî bi Farsî bû her tişt û wî wê wextê ferq kiriye ku wana ne wek yên din in û cuda ne. Wiha dibêje, \"min qet fehm nedikir ku çima em dersan bi Kurdî nabînin.\"
Li ser pirsa, \"wextekê balafireke Îranê a bi navê Kurdistan li balefirgeha Yeşilkoy a Stenbolê veniyabû û li ser vê di nav Îran û Tirkiyê de qeyran derxistibû\" jî wiha dibersivîne, \"ew bi serî xwe xapandinek bû. Rejîma ku navê Kurdistanê li balefireka xwe dikir, em ji mafên me yên din bêpar dihîştin. Em ji mafên me yên bi zimanê xwe perwerdehiyê, ji xwendina zanîngehê û çima ku em Sûnî bûn ji mafê rêvebiriyê bêpar dihîştin. Me ne muamela hemwelatiya duyem, em rasta muamela hemwelatiya sêyem heta çarem dihatin.\"
Derhênerê Kurd Bahman Qubadî, pirsa, \"hûn rewşa Tirkiyê çawa dinirxînin\", wiha dibersivîne, \"Ez berê difikirîm ku Tirkiye ji Îranê baştir e. Dema ku cara ewil ez hatime Tirkiyê, li Amedê Kurdbûna şaredar ji bo min tiştekî mucîzewî hate xuyakirin. Lewra xweparastina girtiyekî siyasî a ku li dadgehan tê asteng kirin, qet ez fehm nakim. Ev rewşa zirarê dide îmaja Tirkiyê. Pêwiste li hemberî zimanê ku 20 mîlyon mirov bikartînin rêz bê girtin, xeynî vê, her helwest wê ne helwesteke demokratîk be. Pêwiste hikumeta Tirkiyê rojekê pêşde Kurdan guhdarî bike. Bê vê ti şans tine ye. Qehrandina Kurdan tiştekî abes e. Helwesta rojnameyan a li dijî Kurdan jî ne helwesteke baş û bi fayde ye. Pêwiste li ser heman masê rûnin û gotûbêj bikin. Belkî jî ev lîstikek e. Ez matmayî dimînim, çima pirsgirêkê ewqas drêj dewam kir, pêwist bû zûtir çareser bibûya.\"
Bahman Qubadî diyar kiriye ku wî 2 sala li Stenbolê jiyaye û 2 fîlm li Stenbolê kişandine. Dîsa pirtûka xwe li wira qedandiye. Li Stenbolê pirr hez kiriye û li wira gellek dostên Kurd, Tirk û Îranî çêkirine. Stenbolê wek welatê xwe yê duyem dibîne û li ser fîlmeke ku mijara xwe erdheja Wanê ye dixebite.

Çavkanî: rojevakurd