Belavokên xwendekarî di Îranê de ber bi nemanê ve diçin

21:28 - 31 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Bi dehan xwendekarên seranserî Îranê, di nameyekî de zext û gîwaş û gazîkirin û binçavkirina xwendekaran di çand salên derbazbûyî de, li Îranê eşkere dikin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê eşkere kir ku, 371 xwendekaran li seranserî Îranê di nameyekî de ku bo cîgirê Ferhengî yê wezîrê “Olûm, Tehqîqat û Fenaweriyê hatiye nivîsandin, bas ji vê yekê dikin ku rewşa belavokên xwendekarî, roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe.

Xwendekarên nerazî, xemsarî û guhnedana Wezareta Olûm ê, bi tundî rexne dikin, û hevdem pirsyara vê yekê dikin ku, gelo azadiya raderbirînê, û herweha “Yasa Mêhwerî” ya ku çendîn caran me di gotinên te de bihîstiye, di kijan beşa karnameya kiryarên Cîgirê Ferhengî, yê Wezareta Olûmê de, xûya dike?

Di beşek din ya nemeyê de ew xwendekar bas ji vê dikin ku, tevî çalakên xwendekarî û belavokên xwendekarî di Îranê de, bi qasekî tund riftar tên kirin ku, êdî tu kesek nekare çalakiyên xwendekarî û ferhengî bike.

Di vê nameyî de wajûya xwendekarên Kurd ên zanîngehên bajarên Urmiye û Kirmaşanê jî xûya dikin.

Eva di demekî de ye ku belavoka xwendekarî ya “Zagros” ku take belavoka Farsî-Kurdî di zanîngeha Razî ya Kirmaşanê de bû, li ser biryara Heraseta Zanîngehê hate girêdan.

Herweha heyamê heyvekî berî niha jî çalakekî xwendekarî yê Kurd bi navê Şehab Ehmedî, li bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û piştî heftiyek hebs û lêkolînê, bi seneda 100 milyon Tûmenî, serbest hate berdan.