80 kargehên biçûk û mezin di Birûcirdê de hatine daxistin

21:03 - 14 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: 80 kargehên biçûk û mezin di Birûcirdê de hatine daxistin, û di vî bajarî de rewşa jiyanê gellek dijwar bûye, û gellek kedkar bêkar mane.

Li gora nûçegihaniyan, fermandarê Birûrdê, Muslim Pûrqasimiyan, di vê derheqê de ragehaniye ku: “Loristan wekî sembol û nîşana birêvebirina pilana “aboriya xweragir” (êqtisadê muqawimetî) hatiye naskirin, lewra dibe em wisa kar bikin, ku di berhemanîn û dîtina kar de, berçav û xûya bin”.

fermandarê Birûcirdê, Muslim Pûrqasimiyan daxistina van kargehan jî neveşart, û got ku bi sedema daxistina 80 kargehên biçûk û mezin, 50 heya hezar kedkar bêkar mane.

Ji aliyekî din ve , di encama meşeke nerazîbûnê ya kedkarên peymankar ên şaredariya navçeya 4 ya Ehwazê, 24 kes ji wan ji aliyên hêza Întizamî ve hatin destbiserkirin.

Biryar e ku îro ew kedkar bêne dadgehîkirin. Hejmara kedkarên nerazî 70 kes bûn, ku ji destpêka salê ve heqdestê xwe wernegirtine, û bi lidarxistina vê meşa nerazîbûnê, daxwaza heqdestê xwe kirine.