24imîn civîna (UNCHR) komîta mafê mirovê rêxirava NY despêkir

14:40 - 10 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: bi pişkdariya komik ji xebatkarên mafê mirovê Kurd û bi gelemper netewên din yê Îran, 24imîn civîna komita mafê mirovê rêxirava netewên yekgirtî(UNCHR) li şarê “Jinêv” despêkir.

Emced Husên Penahî, xebatkarê mafê mirov û yekik ji pişkdarê vê civînê, li hevpeyvînik telefonî de bi ajansa Kurdpa ragihand, li rê çona civînê de bo pişt girî ji girtiyên siyasî û her wisa bi amanca pêşgirtin ji çik bûna gola Ormî, tev xebatkarên Azerî, kom bûnik protesto kirinê ber deriyê binka rêxirava naw netewiya mafê mirov li şarê Jinêv yê bînin pê.

\"15202.jpg\"
Emced Husên Penahî, xebatkarê mafê mirov
Navbirî şanî hindê jî kir, ku statîstîkik pir û qahîm li ser rewşa girtiyên polîtîkiyên Kurd û hejmara li sêdaredana welatiyên Kurd amade kiriye û yê binim ber bas, ber hindê ku li cîvînên pêşde pitira raportan li ser rewşa mafê mirov li sêntrala Îran bûn û herêmên din yê Îran, hatibûne pişt guh havêtinê an kêm hatibûne ber holê.

Ev civînane li midê rojên 9, 10, 13 û 24ê heyva September a îsal li şarê Jinêv pêtexta welatê Swis bi rê diçe ku têde pirsên ser “ jînge, mafê netewên kêm li Îran, kuştina girtiyên siyasî yên havîna sala 1367, şûndana dardakirinên neyasayî” tên analîz kirin .

Her wisa gorekî raporta ragihandiya 11ehim bo eşkere kirina berpê kirina mafê mirov li Îran, çendîn dukumentên girêdayî bi berpê kirina mafê mirov ji aliyê hukûmeta islamiya Îranê yên seba hevwelatiyên Îranî, tên gengeşe kirinê.