20 saziyên mafê mirovan: Destan ji serkuta wan kesan berdin ku bidûreçûnê bo komkujiya dehika 60’an dikin

16:26 - 9 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: 20 saziyên berevankar ên mafê mirovan di daxûyaniyeke hevpar de, daxwazê ji Îranê dikin ku, dawiyê bi serkut û azar û dadgehîkirina wan çalakvanên mafê mirovan û malbatên wan bine ku, bidûreçûnê bo îdamên dehika 60’an dikin.

Di vê daxûyaniyê de ku hevdem digel 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan hatiye weşandin, îşaret bi serkut û eziyet û azara Mensûre Bêhkîş, Meryem Ekberî Monferêd û Rahêlê Rahêmî Pûr hatiye kirin ku, bona eşkerekirina qeder û cihê binaxkirina kes û karên xwe, dest avêtine hinek çalakiyên medenî.

Tê gotin ku ev pêla serkut û azardanê piştî belavbûna fayla dengî ya Ayetulla Muntezirî dest pê kiriye.

Wajûkerên vê daxûyaniyê daxwazê ji Komara Îslamî ya Îran dikin ku, destan ji hewlên xwe bona bêdengkirina çalakên mafê mirovan berde, û di cihê vê de rêz û girêdayîbûna xwe bi yasayên navnetewî ên mafê mirovan, û herweha lêkolînên giştî û bê alî bona eşkerekirina bipêkirinên berfireh ên mafê mirovan di dehika 60’an de biselimîne.
Daxûyanî herweha tekezê dike ku gerek rê bê dayîn ku ji rêya lêkolînê bê alî, komkujiya bê dadgehî ya dehika 60’an bê eşkerekirin, û mafên qurbaniyên vê karesata mirovî û malbatên wan, li dor zanîna rastiyan û birêvebirina îdaletê, bên berçavgirtin.

Hêjayî basê ye ku rêkxistinên Lêborîna Navnetewî, Çavedêrê Mafê Mirovan, Îdalet bo Îranê, Binyata Birûmend û Kempêyna Navnetewî ya Mafê Mirovan di Îranê de, beşek in ji wan rêkxistinan ku ev daxûyaniya belavkirî wajû kirine.