Di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de welatiyekî Kurd hat kuştin

11:11 - 5 October 2024

Roja Pêncşemî 12’ê Rezbera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Yûsif Deştî” xelkê Bokanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser rêya Bokan-Mehabadê bêyî haydarkirin rasterast teqe li tirimbîla vî welatî kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi tohmeta hilgirtina kelûpelên qaçax, tirimbîla vî welatiyê Kurd kirin armanc. 
 
Yûsif Deştî 38 salî û kurê Mihemed e.