Mehabad; Dijberiya Îtla`ata Spaha Pasdaran li hember daxwaza çûna Eşkan Fehîm bo mirexesiyê

17:18 - 9 Nîsan 2024

Li gor zanyariyên ku ketine destê Kurdpayê, îdareya Îtlaata Spaha Pasdaran li Mehabadê li hember daxwaza mirexesiya pizîşkî ya Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjeyî û çandî yê Kurd ê girtî li girtîgeha vî bajarî de derketiye. 
 
Li gor çavkaniyeke haydar ki ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê siyasî yê Kurd tûşî nexweşiyên pêst û dil bûye û di girtîgeha Mehabadê de, bê pêragihîştinên pizîşkî ye. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Daxwaza Fehîm ji bo mirexesiya pizîşkî çendîn caran ji aliyê Îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ya Mehabadê ve hatiye redkirin. 
 
Ev çalakvanê wêjeyî û çandî yê Kurd ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Dostî” bi tohmeta “kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya welat û piropagende li dijî hikûmetê” bi 45 meh heps û du sal dûrxistin bo bajarê Erakê hatiye cezakirin. 
 
Roja Çarşemî 26’ê Rezbera 1402’an a Rojî, Eşkan Fehîm ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha vî bajarî û piştre jî bo girtîgeha Mehabadê hatiye veguhastin. 
 
Riza Endîşe, çalakvanê medenî û Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjeyî û çandî, sibeha roja Înê demjimêr 4:00 sibeha roja 24ê Xermanana 1402an a Rojî, dema ku zêdetir ji 60 hêzên çekdar ên Rêxistina Îtlaata Spaha Pasdaran bi ser mala şexsî ya Eşkan Fehîm de girtin û dorpêçkirina kolana ku Eşkan tê de dimîne û şikandina derî û camên mala wî, hêzên Spaha Pasdaran bi tundî li wan du xortan kirin û bi quntaxa çekê li wan du xortan xistin û di dema ku birîndar bûn û xwîn jê dihat, ev binçav kirine. 
 
Li gor çavkaniya agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên Spaha Pasdaran ew qas lêdan kirine ku Eşkan Fehîm di bin betaniyekê de bo yek ji navendên ewlehiyê yên Spaha Pasdaran a li Urmiyê veguhastibûn. 
 
Riza Endîşe, çalakvanê medenî, roja Duşemî 24’ê Xermanan a 1402’an a Rojî, piştî mehek binçavkirinê, bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatiye azadkirin.