Pîranşar; Soran Mehmûdî 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

23:40 - 30 Nîsan 2024

Soran Mehmûdî welatiyê Pîranşarê ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi 3 sal heps hat cezakirin. 
 
Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdpayê, dadgehê ev welatiyê han bi “endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ceza di rojên derbasbûyî de ji Mehmûdî re hatiye ragihandin. 
 
Ev welatiyê Kurd di destpêka meha Rezbera sala 1402’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û di dawiya meha Rezberê de jî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê ya Pîranşarê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin. 
 
Roja Duşemî 22’ê Xezelwera 1402’an, Soran Mehmûdî piştî danîna barimteya 3 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hatibû azadkirin.