Şino; Binçavkirina du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:32 - 2 Gulan 2024

Roja Sêşemî 11’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Mihemed Sultanpûr” xelkê gundê “Dê Şems” û “Xefûr Şêx Mihemedî” temen 50 salî xelkê gundê “Elî ava” ya ser bi Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar hatin veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpayê re ragehandiye, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadgehê , ev herdu welatî di malên wan yên taybet de binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbatên van herdu welatiyan ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam bûye. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van herdu welatiyên Kurd de tine.