Du welatiyên Kurd ên xelkê Kurdistana Îranê di encama êrîşên balafirên bêpîlot ên Tirkiyê de hatin kuştin

10:33 - 2 Gulan 2024

Du welatiyên Kurd bi navên “Ehmed Heyderî” kurê Mihemed û “Resûl Yûsifî” kurê Mihemed xelkê Mehabadê ji ber êrîşa balafirên bê pîlot ên dewleta Tirkiyê li ser sînorê Îran û Iraqê hatin kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Roja 10ê Banemera sala 1403an a Rojî, ev her du welatî ji bo komkirina giyayên xwarinê serdana bilindahiyên sînorî yên navbera Şino û Herêma Kurdistana Iraqê kiribûn lê, rastî êrîşa balafirên bêpîlot ên dewleta Tirkiyê hatin. 
 
Piştî dîtina van her du welatiyan ku tûrikên giyayên komkirî li kêleka terimê wan bûn, xelkê deverê terimên wan bo bajarê Şinoyê veguhastin.