Şino; Emîr Rehmanî piştî danîna barimteyê hat berdan

18:09 - 8 Nîsan 2024

Roja Duşemî 20’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Emîr Rehmanî welatiyê Kurd ê xelkê gundê “Taçîn ava” ya ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer re bêpar maye. 
 
 Rehmanî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin. 
 
Roja Duşemî 28’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bi şikandina deriyê mala wî û destdirêjî û bêrêzîkirinê binçavkiribûn. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Emîr Rehmanî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.