Seqiz; Welatiyek ji ber teqîna mînê birîndar bû

20:48 - 23 Nîsan 2024

Roja Duşemî 3’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Kêyvan Hermîdolî” temen 31 salî, xelkê gundê “Hermîdol” a ser bi bajarê Seqizê, bi sedema teqîna mînekê birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev welatiyê han li nexweşxaneya “Şefa” a bajarê Seqizê neştergerî bûye û rewşa giştî ya wî başe. 
 
Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyeke din bi navê “Exter Xanûm Moradî” xelkê gundê “Gorsfîd” a ser bi navçeyên bajarê Gêlanxerbê, bi sedema teqîna mînekê ku ji şerê di navbera Îran û Iraq de bicih mabû, jiyana xwe jidest da. 
 
Roja Şemî 1’ê Banemera 1403’an a Rojî, ev welatiyê han bi sedema destêwerdan di mîneka bi cih mayî ya şerê di navbera Îraq û Îranê de bi giranî birîndar bûye.