Seqiz; Emced Salhzade 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

18:50 - 16 Nîsan 2024

Welatiyekî Kurd bi navê “Emced Salhzade” temen 38 salî kurê Ehmed xelkê Seqizê, bi tohmeta “çalakiya propaganday li dijî hikûmetê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî bi serperestiya dadwer Cewad Mistefayî, bi 3 meh heps hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê bi ser anîna yasaya kêmkirina cezayan, cezayê hepsê yê vî welatiyê bi dayîna 160 milyon Tûmenî guhert. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ceza roja Duşemî 27ê Xakelêweya 1403an a Rojî, ji  Salhzade re hatiye ragihandin. 
 
Emced Salhzade di 26ê Reşemeya 1401an a Rojî de, ji bo Îdareya Îtilaata Seqizê hatibû gazîkirin û piştî rojekê ji lêpirsînê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dawîhatina dozê hatibû berdan. 
 
Civîna lêpirsîna vî welatiyê roja 3ê Reşemeya 1402`an a Rojî, li taya yekem a lêkolînê ya Serdozgeriya Giştî û Şoreş a bajarê Seqizê, bi tohmeta “propaganda dijî Komara Îslamî ya Îranê” hate tohmetbarkirin.