Sine; Endamê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Xalid Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

17:43 - 29 Nîsan 2024

Sibeha roja Duşemî 10’ê Banemera 1403’an, Xalid Ehmedî endamê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragehandiye, demjimêr 3ê sibeha îro Duşemê hêzên ewlekarî bi ser mala vî çalakvanê sendîkal ê li bajarê Sine de girtin û bêyî ku biryara dadgehê nîşan bidin ew binçav kirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Ehmedî birêveberê helbijartina encûmena birêveber a Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bû, ku biryar bû roja Duşemî 10ê Banemera 1403an li ser înternetê bihata lidarxistin. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema desteserkirin û tohmetên li ser Xalid Ehmedî de ti zanyariyek tine.