Li ser sînorê Newsûdê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê 2 kolberên ciwan birîndar bûn

10:48 - 30 Nîsan 2024

Êvara roja Yekşemî 9ê Banemera sala 1403an, du kolberên temen 16 salî yên bi navên "Parsa Husêynî" xelkê gundê "Bilbzan" û "Sehend (paşnav nehatiye zanîn)" xelkê gundê "Dere Beyan" a ser bi Paweyê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li sînûrê Newsûdê birîndarbûna wan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê gule berdane van her du kolberan. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev herdu kolberên ciwan ji pişt û lingê xwe ve birîndar bûne. 
 
Ev herdu kolberên temen 16 salî ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên Pawê hatin veguhastin.