Seqiz; Çalakvanê medenî Keyvan Rehîmî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

10:49 - 30 Nîsan 2024

Roja Yekşemî 9ê Banemera 1403an, Keyvan Rehîmî çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li ber dadgeha vî bajarî hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Keyvan Rehîmî û birayê wî Kamran Rehîmî li hember dadgeha Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin, û piştî çend demjimêran birayê wî hat berdan û Keyvan Rehîmî jî bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Keyvan Rehîmî ev çendîn carin  tê binçavkirin û berê jî di tora civakî ya Telegramê de wek kanala Telegramê “Pirsman” kar kiriye.