Sine; Pirtûkfiroşa “Jîra” ji ber berçavnegirtina hicaba bi zorê hat daxistin

18:49 - 16 Nîsan 2024

Roja Sêşemî 28ê Xakelêweya 1403an a Rojî, pirtûkfiroşa "Jîra" ya bajarê Sine, bi serpereştiya Jîna Muderês, çalakvana mafên jinan, ji aliyê dezgeha navxwe ya vî bajarî, bi sedema neparastina hicaba bizorê hate daxistin. 
 
Li gor çavkaniyek haydar, roja Duşemî 27’ê Xakelêweya sala 1403’an a Rojî, xanim Muderês Gurcistanê agahiyek derbarê daxistina pirtûkfiroşa “Jîra” wergirtibû û roja Sêşemiyê jî berpirsên dezgeha navendê bi amadebûna li vê pirtûkfiroşê ew  daxistin. 
 
Di belgeya civînê ya daxistina pirtûkfiroşa "Jîra" de hat ragihandin ku ev pirtûkfiroşiye li gorî bendên 27 û 28'an ên yasaya sendîkayan bi sedema "binpêkirina disîplînê (neparastina hicaba Îslamî)" hatiye daxistin. 
 
Jîna Muderês Gurcî, çalakvana mafên jinan, di heyama serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de, du caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Çarşemî 22ê Xermanana 1402an a Rojî, dawîn rûniştina tohmetên wê li dadgeha Şoreşa bajarê Sine hat lidarxistin.