Gêlanxerb; Dubare binçavkirina çalakvanê medenî Selman Olfetî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

17:33 - 13 Nîsan 2024

Roja Înê 24’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Selman Olfetî çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Gêlanxerb a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li yek ji cadeyên bajarê Gêlanxerbê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ew çalakvanê medenî binçavkirin e û piştre avêtine ser mala wî ya şexsî û lêgerînê lê kirine. 
 
Heya niha li derheq binçavkirin û tohmetên li ser der Olfetî de agahiyên berfireh nehatine bidestxistin. 
 
Roja Duşemî 25ê Reşemeya 1402an a Rojî, Selman Olfetî bi tohmeta rexnekirina rêberê dewleta Îranê û berpirsên hikûmeta Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê veguhastibûn.