Serpêla Zehaw: Binçavkirina Dr.Luqman Qenberî ji aliyê Îtlaata Spaha Pasdaran ve

16:55 - 11 Nîsan 2024

Sibeha roja Yekşemî 19ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Dr.Luqman Qenberî, nivîskar û wergêrê Kurd, li bajarê Serpêla Zehawê, ji aliyê hêzên îtilaata Spaha Pasdaran ve, di mala malbata xwe de hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, nêzîkî 20 wezîfedarên Îtlaata Spaha Pasdaran avêtine ser mala wî nivîskarî û piştî lêgerîna mala wî û dest danîn li ser hin kelûpelên wî yên kesayetî ku di nav wan de laptop û telefona destan jî hebû, bi xwe re birin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Dr. Qenberî roja Duşemiyê 20ê Xakelêweyê piştî rojekê ji lêpirsînê û binçavkirinê, li girtîgeha Îtlaata Spaha Pasdaran bi soznameyek nivîskî hate azadkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Wergerê pirtûka “Kurd li Rojhilata Navîn a Bêçare” ku yek ji berhemên vî wergêrê kurd e, ji aliyê weşanxaneya “Kitab Erzan” li welatê Siwêdê bi sedema nedana îzina çapê ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî û lêpirsînerên îtlaatê yên girêdayî bi îtla`atê yê Luqman Qenberî ligel Ofra Bengio, ku nivîskarê vê pirtûkê ye, ew wek mînaka "têkiliya bi Îsraîlê re" hatine hesibandin. 
 
Luqman Qenberî xwendekarê doktorayê di beşa zanistên siyasî de ye û wergerê pirtûka “Kurdên Îranê: Paşeroj, Niha û Pêşeroj” jî ji aliyê wî ve hatine çapkirin.