Wezîfedarekê hêza întîzamî hate kuştin

14:55 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: wezîfedarî hêza întîzamî di şer û pevçûnekêde, li ser sînorê bajarê Serdeştê hate kuştin.

Roja Duşemî 7`ê Gelawêjê, wezîfedarekî hêza întîzamî ê bi navê “Hadî Elî Neqî” ê xelkê parêzgeha Hemedanê di şer û pêvçonekê de, li ser sînorê bajarê Serdeştê hate kuştin.

Navenda nûçeya “Şuhedaya Naca” di wê derheqê de ragihand: Ew wezîfedarê întîzamî di dema çavedêrîkirina sînor, di şer û pêvçûnekê de digel qaçaxçiyan hate Kuşîtin.