Cezayê îdamê yê girtiyekî li girtîgeha Seqizê birê ve çû

10:54 - 25 Nîsan 2024

Sibeha roja Pêncşemî 6’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyek bi navê “Ferzad Xadimî” xelkê Seqizê li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han roja Sêşemî 4ê Banemera 1403an a Rojî, bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê han li roja 12’ê Pûşpera 1399’an a Rojî de, bi tawana “kuştina bi zanebûn” kesê bi navê “Tîrdad Ateşefrûz” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.