Welatiyekî temen 38 salî li bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anî

21:15 - 11 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: welatiyê Kurd yê xelkê yek ji taxên bajarê Seqizê, bi sedema betaliyê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî rapora gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li roja Înê, 20`ê Banemera 1398`an(10`ê Gulana 2019`an), welatiyekî temen 38 salî û xelkê bajarê Seqiz yê bi navê, Hesen Mehmûdî, dawî bi jiyana xwe anî.

çavkaniyeke agedar di vê barê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: Ev welatiyê Kurd bi sedema betalî û bilindbûna asta kirêya malê, kutayî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin ku, navbirî xwediyê jin û zarokane, û kirênişîn bûye.

Bi gotina civaknasan, bilindbûna asta xwekujiyan û zêdebûna xesarên civakî, diyardeyeke çend alî û çend sedeme û pêwîstî bi bas û analîzek hûr heye.

Sedemên wekî, hejarî, nebûna wekheviya behrebirin ji saman, bêkarî, guhirîna bihayên civakî û zêdebûna cudahiya qatên civakê, ji hegerên xwekujiyan li welatê Îran tên hisêb kirin.