Welatiyekî Kurd li parêzgeha Xurasanê hate dadgehîkirin

21:34 - 23 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê “Kelat”a girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî, di dadgehê de amade bû, û di dadgehê de daxwaza berevankirin ji xwe kir.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajanasa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Gencbexiş” bi tawana “belavkirina şay`e, û alozkirina ramana giştî, piropagende li dijî nizam û bêrêzî li rêberê nizamê” li dadgeha bajarê Kelat, bi amadebûna “Usman Mozeyn” parêzerê yekem ê dadweriyê, hate dadgehîkirin.

Ev welatiyê Kurd, roja 3`ê Pûşpera 1397`an, bi sedema wan tawanan hatibû desteserkirin û piştî 10 rojan lêkolîn, bi danîna barmteya bi qasî 250 milyon Tûmenî hate azadkirin û wezareta îtila`atê li dijî wî welatiyê Kurd dozvekiribû.

Ev welatiyê Kurd, di dema desteserkirinê de, heya niha 5 caran bo dadgehê hatibû gazîkirine.

Mehdî Gencbexiş, 18`ê Sermaweza 1390`an, bi tawana “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisîsona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û heya rêkevta 18`ê Rêbendana 1390`an, li girtîgeha îtila`atê di bin lêkolînê de bûye.

Piştre ev welatiyî Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi salekî hepisa te`êzîrî hate cezakirin, û li sala 1391`an, piştî derbaskirina heyama girtîgeha xwe bi hesabkirina heyama desteserina wî, di girtîgeha “Wekîlava” ya bajarê Meşhedê hate azadkirin.