Welatiyekî Kurd di bajarê Pîranşarê de hate desteserkierin

16:37 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê pîranşarê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 5`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Umer Ebrun” ê xelkê gundê “Diribke” a girêdayî bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî ew welatiyê Kurd destesderkirine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku, ew welatiyê Kurd piştî desteserkirinê bo ciheke nexûya hetiye veguhastin û ji qedera wî tu zaniyariyek jiber dest nîne.

Heya niha hêzên îtila`atê sebebeke xûya ji derheq desteserkirina wî welatiyê Kurd nedane zanîn.