Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadan

15:24 - 14 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bi 6 sal heps ceza da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyê Kurd yê bi navê Simko Ce`iferî temen 28 salî û xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê bi 6 sal heps hate çezakirin.

Ev welatiyê Kurd di destpêka Nîsana îsal de, bi tawana “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê”, hatiye dadgehîkirin û 6 sal cezayê hepsê jê re hatiye birîn.

Simko Ce`iferî roja Çarşemî 29`ê Reşemeha sala 1397`an ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin û piştî bidawîbûna lêkolînê, roja Yekşemî 11`ê Xakelêweyê, bi danîna barmeta bi qasî 120 milyon Tûmenî bi awayê demkî hatiye azadkirin.