Topbarana Spaha Pasdaran agirgirtina daristanên bajarê Merîwanê lipey xwe hebûye

16:22 - 18 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Daristanên bajarê Merîwanê bi sebeba topbarana Spaha Pasdaran, rastî agirgirtinê hat.

Li gorî rapora gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 28`ê Cozerdana 1398`an, çiyayê Mîracî a girêdaiy bajarê Merîwanê, bû armanca topbaranên Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê.

Li gorî gotina çavkaniyeke Agehdar di vê derheqê de, topbaranên Spaha Pasdaran agir ketina darsitanên çiyayê Mîrcavê lipey xwe hebûye û xisarên berçav ji jîngeha deverê xistiye.

Wê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Hêzên Spaha Pasdaran, bi hinceta hebûna hêzên partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, çiyayê Mîrcavê topbaran kiriye.

Rûnştiyên xwecihî yên deverên Kurdistanê, li ser vê baweriyê ne ku, navendên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta Îslamî a Îranê, bi hinceta hebûna hêzên partiyên opozisyon yên hikûmeta Îranê, daristanênKurdistanê di agir de dişevtîne.

Herwisa li gorî gotina hevwelatiyan, di pirraniya corên hereketên leşkerî yên hikûmetê de, ji temrandina agirê daristanên Kurdistanê pêşî jê digire û navendên girêdaiy hikûmetê jî tu hewlekê bo kontrolkirina agirê darstanan nadin.