Spaha Pasdaran jîngeha Kurdistanê agir ber didê

16:17 - 17 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran daristanên sînorî yên “Newsûd” a girêdayî bajarê Paweyê agir ber didê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 26`ê Banemera 1398`an, Spaha Pasdaran hêzên xwe li ser sînorê “Newsûdê” cihgîr kiriye û ew hêzene destavêtine bi şevitandina daristanên wê deverê.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ku daye zanîn, Spaha Pasdaran bi wî awayî zirareke xuya gihîştandiye bi jîngeha devera “Newsûd ê”.

Her li gorî vê çavkaniya agehdar, hêzên Spaha Pasdaran tevî wê ku jîngeha devera “Newsûdê” têk daye û li ser sînor jî bosyeyên leşkerî dadinê.

Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên derbasbûyî de, Spaha Pasdaran hêzeke zêde bi alavên leşkerî di bajarê Serdeşt cihigîrkiriye, û herwisa mijûlê avakirina binkeyên nû yên leşkerî li ser sînorê wî bajarî ye.

Spaha Pasdaran li ser çiyayên “Casûsan”a sînorê bajarê Serdeştê, hêz û alavên leşkerî cihîgirk iriye.