Spaha Pasdaran 2 welatiyên xelkê Başûrê Kurdistanê desteser kirin

20:26 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd ên xelkê Başûra Kurdistanê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine desteser kirin.

Li gorî nûça ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 5`ê Gelawêjê, 2 welatiyên kurd ên Başûra Kurdistanê, li çiyayê Kêleşîn, li ser sînorê bajarê Şinoyê, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine desteserkirin, û bo îdareya îtla`ata wî bajarî hatine veguhastin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, nasnama wan 2 welatiyan “ Xalid Hemîd û Mihemed Ezîz” daye zanîn.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye ku: piştî desteserkirina wan 2 welatiyên Kurd ên Herêma Kurdistanê, bo lêkolînkirinê bo îdareya îtila`ata bajarê Şinoyê veguhastine.

Heya belavbûna wê nûçeyê, tu zaniyariyek li sedema desteserkirina wan 2 welatiyên kurd jiberdest nîne.

Di dema desteserkirina wan 2 welatiyan de, hêzên Spaha Pasdaran dest jiser maşînên wan de girtine.