Sê welatiyên Kurd ên bajarê Bokanê hatine desteserkirin

15:32 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên Kurd ên bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine gazîkirin û desteserkirine.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 17`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îbrahîm Merdanî” digel malbata xwe ji aliyê hêzên îtila`atî ve hatine desteserkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê piştî ku ew welatiyî Kurd desteserkiriye, dest avêtine bi vekolîna mala navbirî, û dest di ser hindik tiştên teke kesî ên navbirî de girtine û bi xwe re birine.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, “endamên malbata wî welatiyê Kurd, piştî lêkolînkirin hatine azadkirin”.

Heya dema belavbûna wî nûçeyê, tu zaniyariyek derheg qedera navbirî ji ber dest nîne.

Ji aliyekî din ve jî, di heyama rojên derbasbûyî de, Du welatiyên Kurd yên bi navên, “Es`ed û Yûnis” xelkên gundê “Qere Gol” a girêdayî bajarê Bokanê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hatine gazîkirin û lêkolîn ji wan hatiye kirin.

Çavkaniyeke agehdar daye zanîn, şepola nû a desteserkirina welatiyên Kurd li bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve dest pê kiriye.