Rê û resma nasandina “Henarî” di bajarê Sineyê de bi rê ve çû

21:14 - 9 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Pirtûkeke helbesta Kurdî a bi navê “Henarî”di sêyemîn roja neteweyî ya zarokan de, bi harîkariya biyavê hunerî ya Kurdistan û bi hevkariya navenda perwerdekirina zarokan û nûciwanan di parêzgeha Sineyê de bi rê ve çû.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa KurdPayê,pirtûkek helbesta Kurdî di biyavê zarok û nûciwanan,roja Şemiyê di sêyemîn roja neteweyî ya zarokan de, di bajarê Sineyê de hetiye nîşandayîn.

“Ferdîn Heqebeyan”; helbestvanê vê pirtûkê di rê û resma naskirina pirtûkekê de radighîne ku; “Bi baldana bi vê yekê ku çalakiya derheq zarokan û perwedekirina wan girîngiya xwe heye,nivîsandina vê pirtûkê jî bona zarokan cudahiyek mezin heye digel nivîsandina bona kesên bi temen,û tenê dibe cewherê naskirina vê babetê jî li ber çav were girtin”.

Herwiha navbirî di dirêjahiya gotinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku yekemîn pirtûka bi navê “Cûcik û Pişîk”di sala 1381’an hatiye belavkirin.

Ew helbestvanê Kurd radigihîne ku; “Naveroka vê pirtûkê şerê di navbera hêza xêr û şer de ye, ku di dawiyê de jî xêr bi ser şer de zal dibe, û serkevtî dibe”.

Sê hezar dane ji pirtûka helbestan bi nirxa 5 hizar Tûmen hatiye belavkirin.