Qedera çalakvanekî jîngehparêziyî nediyar

20:37 - 16 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî jîngehparêziyî yê xelkê bajarê Sine, ku 4 mehan berî niha ji aliyê îdareya îtila`atê ve hatibû desteserkirin, qedera wî nexwiya ye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çalakvanekî jîngehparêzî yê Kurd yê bi navê “Humayûn Behmenî” ku 4 meh berî niha, ji aliyê îdareya îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û bê qedere.

Ew çalakvanê jîngehparêziyî, li odeya takekesî hatiye xwedîkirin, û di heyama desteserkirina wî de, tenê çend caran ku li gel malbata xwe pêwendî girtiye.

Dosya “Humayûn Behmenî” bo taya 2 ya dadgeha lêpirsînê a bajarê Sine hatiye veguhastin, û navbirî bi heya niha jî, awayekî demkî di girtîgeh de ye, û ji mafê dîtina malbata xwe bêpar maye.

Herwisa ew çalakvanê jîngehparêziyî ji mafê girtina “Parêzer” jî bê par e, û malbata navbirî derheq rewşa derûnî ya kurên xwe nîgeranin.

Ew çalakvanê jîngehparêzî, li rêkevta 10`ê Sermaweza 1397`an, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û bo cihekî nexwiya hatibû veguhastin.