Nûgihanekî temen 12 salî bi sedema teqîna mînê di bajarê Xûzistanê de kêmendam bû

18:05 - 13 Nîsan 2020

Roja Yekşemî 24`ê Xakelêwe, nûgihanekî temen 12 salî yê bi navê “Mehdî Çinanî” ji hozên koçbr ên bajarê Hemîdiye a ser bi parêzga Xûzistanê, bi sedema teqîna mînê birîndar bû.

Ew bûyere ku nêzê binkeya “Fercewanî” rû daye, ew zarokê lingekî xwe ji dest dide.

Ew nûgihane temen 12 salî ye, niha jî di bexşa çavedêriya taybet a pizîşkî de ye.

Bi piştgirêdan bi amarên ku di navenda amara “Mîn û Zindigî” de hatine tomarkirin, 37 welatî bi sedema teqîna mînê di Îran û Kurdistanê di heyama yek sala derbasbûyî de “sala 1398`an” hatine kuştin û birîndar bûne.

Li ser hev a wan amaran, 9 welatî bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dane ku xelkê parêzgehên “Xûzistan, Gulistan, Urmiye, Sine û Kirmaşanê” ne.

Di wê amarê de 6 kes ku temenên wan jêr 18 saliyê ne bi sedema teqîna mînê birîndar bûne.

Bi piştgirêdana bi wê amarê, piraniya ew kesên ku birîndar bûne, pê û destên wan qetiyane û kêmendam bûne.