Behmen Nadrî ji bo taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Kirmaşanê hat vexwendin

13:26 - 4 Gulan 2024

Welatiyê Kirmaşanê Behmen Nadrî bi tohmeta “propagandakirina dijî hikûmetê” bo taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî hate gazîkirin. 
 
Li gor wê agahiyê ku roja 13’ê Banemera 1403’an a Rojî ji bo wî hatiye şandin, divê ev welatiyê han roja 19’ê Banemera îsal ji bo wergirtina berevaniya dawî li taya yekem a dadgeha Şoreş a Kirmaşanê amade bibe. 
 
Ev welatiyê Kurd roja Yekşemî 8’ê Rêbendan a 1402’an a Rojî, piştî gazîkirina bo taya Çar a dozgeriya giştî û şoreşa Kirmaşanê, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” bi sebeba belav kirina bangewaziya boykotkirina hilbijartinan di torên civakî de, hate tohmetbarkirin û piştî çend demjmêran binçavkirinê, bi danîna barimteya 400 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hat berdan. 
 
Her wiha Behmen Nadrî bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê” ji aliyê taya yekem dadgeha şoreşa Kirmaşanê ve bi 6 meh heps û 8 milyon Tûmen cezayê pere hat cezakirin û ev cazayê han li dadgeha Şoreşa Kirmaşanê bi awayeke takane hatiye sepandin dadgeh roja Duşemê, 27 Xakelêweya 1403an a Rojî  hatibû lidarxistin. 
 
Rûniştina dadgehîkirina vî welatiyê roja 6ê Xezelwera sala 1402an a Rojî li taya yek a dadgeha Şoreş a bajarê Kirmaşanê bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” bi rêya belav kirina bangewaziyek li ser torên civakî bo lidarxistina xwenîşandanan di salroja serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî. 
 
 Nadrî di 21ê Xermanana sala 1402an a Rojî de, di nêzîk bûna li salvegera serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî, ji aliyê ajanên Rêxistina Îtlaata Spaha Pasdaran ve hat binçavkirin û piştî derbasbûna hefteyekê ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hatibû berdan. 
 
Behmen Nadrî jidayîkbûyê 12’ê Banemera 1369’an a Rojî ye, zewicî ye.