Li girtîgeha Kirmaşanê girtiyek hat îdamkirin

13:30 - 4 Gulan 2024

Sibeha roja Çarşemî 12ê Banemera 1403an a Rojî, girtiyekî bi navê “Xosrew Babaveledînî” xelkê gundê “Sermac Husênxanî” a ser bi bajaroka Hersînê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han 10 sal beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Nêzîkî 30 salan beriya niha Xosrew Babaveledînî di dema gengeşiyê de bi “kuştina bi zanebûn” hatibû tohmetbarkirin û kesek hat kuştin û 20 salan bi veşartî jiya. 
 
Ev girtiyê temen 65 salî, zewicî ye û çar zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.