Konseya saziya NY li ser diyarkirina rêpotêrê taybet ji bo karûbarên mafên mirovan di Îranê de, pêdagirî dike

16:19 - 25 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Careke din pêdagirî hate kirin ku dibe rêpotêrê taybet yê karûbarên mafê mirovan di Îranê de bê danîn.

Roja Înê 3`ê Xakelêweyê, Konseya Mafê Mirovan a NY bi 21 dengên pozetîv û 7 dengên nêgatîv û 19 dengên bê alî, ji bo careke din derheqê dirêjkirina erk û wezîfeya rêportêrê taybet yê saziya NY ji bo karûbarên mafên mirovan di Îranê de pêdagirî kirin.

Ew biryarnameya ji aliyê welatê Sw`îdê ve hatibûn pêşniyarkirin, û welatên weke “Chine”, “Venezuela”, “Cuba”, “Iraq”, “Kyrgyzstan”, “Pakistan” û “Brondi” dengê nêgatîv ji vê biryarnameyê re dabûn.

Nûnerê Hikûmeta Îranê di vê civînê de, hilbijartina rêportêrê taybet yê NY ji bo karûbarên mafên mirovan di Îranê de, weke hewla “siyasî” û “nedadperwerane” û jirêderketina Konseya mafê mirovan ji pirensîp û armancên destpêkî yên vê saziyê da zanîn.

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-“Jenev”ê, digel 45 saziyên navneteweyî di nameyeke hevpar de, daxwaz kirine ji welatên ku endam in, di Konseya mafê mirovan a NY, da ku piştevaniyê ji vê biryarnameyê bikin.Heyanî niha jî Konseya Mafê Mirovan a Saziya NY cihgirek ji bo “Asme Cehangîr”, rêportêra taybet ya NY ya di karûbarên mafên mirovan di Îranê de, destnîşan nekiriye.