Kolberekî Kurd hate kuştin

15:14 - 12 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberkî Kurd bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Xoyê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên borî de, kolberê Kurd yê bi navê “Bêhroz Çetozade” xelkê gundê “Ture” a girêdayî devera Elend a ser bi bajarê Xoyê bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Xoyê canê xwe jidest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir ji wî kasibkarî Kurd re, ew dane ber gulleyan.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 21`ê Xakelêweyê, kolberên Kurd li ser sînorê Nûsûdê jî rastî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatine.

Hêzên Spaha Pasdaran piştî gulle berdana li ser kolberan, dest bi azardana van kirine.