Hisên Mehmûdpûr ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin

21:58 - 7 Gulan 2024

Roja Duşemî 17’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Hisên Mehmûdpûr” kurê Ezîz xelkê gundê “Gergol jorê” ya Pîranşarê, ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin. 
 
Ev welatiyê han bi tohmeta “endamtî û hevkarî kirina yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi 18 meh heps hatiye cezakirin, ku bi sepandina madeya 442ê heyamê 15 mehan hat kêmkirin. 
 
Roja Duşemî 20’ê Sermaweza sala 1402’an a Rojî, ev welatiyê Kurd piştî danîna barimteya du milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hatibû azadkirin. 
 
 Mehmûdpûr 10 rojan li girtîgeha Îtlaata Pîranşarê û 25 rojan jî li girtîgeha Îtlaata Urmiyê de lêpirsîn lê hatiye kirin. 
 
Sibeha roja Sêşemî 24ê Gelawêja 1402an a Rojî, hêzên ewlehiyê bi ser mala şexsî ya vî welatiyê han de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev binçav kirin. 
 
Hisên Mehmûdpûr roja 3ê Pûşpera sala 1351`an a Rojî ji dayîk bûye.